GÜNCEL AKIŞTürkçe
SSOPIU HaberKaynakları belirtilen güncel haber akışı
Haberleri yakından takip edinGüncel başlıklar, kaynaklarıyla birlikte tek ekranda.
Kültür

Selahattîn Demîrtaş: Pêwîstiyeke exlaqî ye ku em vê pêvajoyê biparêzin

Selahattîn Demîrtaş nêzîkî 10 sal in li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edîrneyê girtî ye. Demîrtaş derbarê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de li ser hesabê xwe medyaya civakî daxuyaniyekî nivîskî parve kir. Merhaba, Köyler cayır cayır yakılırken barışçıl çözüm isti

Temsili görselTemsili görsel

Selahattîn Demîrtaş nêzîkî 10 sal in li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edîrneyê girtî ye. Demîrtaş derbarê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de li ser hesabê xwe medyaya civakî daxuyaniyekî nivîskî parve kir.

Merhaba, Köyler cayır cayır yakılırken barışçıl çözüm istiyorduk. Sokaklarda insanlar enselerinden vurulurken de her gün gencecik insanların cenazeleri kaldırılırken de barış istiyorduk. Şehirlerde bombalar patlarken, dalga dalga toplu tutuklamalar yapılırken de barışı savunuyorduk. Partilerimiz kapatılırken, insanlar coplanırken, gazlanırken, yerlerde sürüklenirken de barıştan vazgeçmiyorduk. Ne hücrelerde vazgeçtik barışı savunmaktan ne de meydanlarda. Şimdi silahsızlanmaya ve barışa bu kadar yaklaşılmışken "Ama bize operasyon yapılıyor, siz halen barış istiyorsunuz!" diyerek eleştirenler bilmeliler ki barış zaten barış koşullarında istenmiyor. Barış süreçlerinde küçük gibi görünen bir adıma ulaşabilmek için bile çok büyük emekler harcanıyor. Hukuksuzluklar var hatta diz boyu var. Yine de hiçbir bahaneye, mazerete sığınmadan "önce barış" diyebilmek, önce evlatlarımızın canını korumak en erdemli duruştur. Sürecin ritmini, motivasyonunu bozacak her türlü davranıştan kaçınmak evladı askerde, nöbette, dağda olan, eli yüreğinde olan her ana babaya karşı ahlaki bir zorunluluktur. Gelinen aşama tarihseldir, çok önemlidir, umut vericidir. Bu fırsatı el birliğiyle barışın zaferine dönüştürelim, sonrasında her şeyin daha iyi olması için de hep beraber çalışmaya devam edelim. Selam, saygılarımla…

— Selahattin Demirtaş (@hdpdemirtas) November 24, 2026

Daxuyaniya Demîrtaş weha ye:

“Dema gund qijeqij dihatin şewitandin me çareseriya aştiyane dixwest. Dema li kolanan gule li pişta stûyê mirovan dihatin reşandin û her roj cenazeyên ciwanandihatin rakirin jî me aştî dixwest. Dema li bajaran bombe diteqiyan û pêl bi pêl girtinên bikomî dihatin kirin jî me aştî diparast.

Dema partiyên me dihatin girtin, xelk rastî lêdana copan û gazê dihat û bi erdê re dihatkaşkirin jî me dev ji aştiyê bernedida. Ne li hucreyan û ne jî li qadan me dev ji parastina aştiyê berneda.”

Niha dema ku em ew qasî nêzîkî bêçekbûn û aştiyê bûne, ew kesên ku dibêjin 'Lê operasyon li dijî me tên kirin, hûn hîn jî aştiyê dixwazin!' û rexneyan digirin divê bizanibin ku aştî jixwe di şert û mercên aştiyê de nayê xwestin.

Di pêvajoyên aştiyê de ji bo gihîştina gaveke ku biçûk xuya dike jî kedeke gelekî mezin têdayîn. Bêhiqûqî hene, heta gelekî zêde ne.

Dîsa jî bêyî ku em xwe bispêrin hincet û sedeman, gotina 'berî her tiştî aştî' û parastina canêzarokên me berî her tiştî, helwesta herî birûmet e.

Xwedûrgirtina ji her cure tevgerên ku rîtm û motîvasyona pêvajoyê xera dikin, li hemberîher dayîk û bavê ku zarokê wan li leşkeriyê, li nobedê û li çiyê ye û destê wan li ser dilê wane, pêwîstiyeke exlaqî ye.

Qonaxa ku em gihîştinê dîrokî ye, gelekî girîng e û hêvîbexş e. Werin em vê derfetê bi hev rebikin serkeftina aştiyê. Pişt re jî ji bo ku her tişt baştir bibe em hemû bi hev re xebata xwe bidomînin.

Silav û rêz.”

(AY)

Kaynak: BianetKategori görseli haberi belgelemez.
Haberi kaynağında oku ↗